Li Amedê raporek li ser pirsgirêkên xwendinê li Bakurê Kurdistanê tê aşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xwendekar encamên xwe yê sala xwendinê werdigirin. Herwiha biryar e sendîkaya xwendekaran jî li Amedê rapora xwe aşkere bike û têde behsa pirsgirêkên xwendinê li Bakurê Kurdistanê dike.

 

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê werza xwendinê bidawî hatiye û biryar e îro xwendekar encamên xwe werbigirin.

 

Herwiha îro sendîkaya xwendekaran dê li Amedê di konferanseke rojanmevanî de, rapora xwe ya derbarê xwandinê de eşkere dike û têde behsa pirsgirêkên xwendinê li Bakurê Kurdistanê dike.

 

Li gor datayên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, li Amedê 461 hezar xwendekar hene.

 

Her li gor datayên Desteya Giştî ya Amarên Tirkiyê, rêjeya bêkariyê li Bakurê Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve diçe û digihe nêzîkî ji sedî 22an.

 

Xirabiya rewşa aborî û çaresernekirina pirsgirêkên xwendina bi zimanê Kurdî, bûne sedem ku pirsgirêkên perwerde û fêrkirinê li Amedê û bajarên din yên Kurdistanê berdewam be.