Heyder Şeşo: Şewatên li Şingalê bandoreke mezin li gorên bikom kirine

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Partiya Êzidî ya Demokrat Heyder Şeşo ragihand ku şewatên di van rojên dawî de bandoreke mezin li ser gorên bikom kirine.

 

Heyder Şeşo beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û li ser şewatên li Şingalê diyar kir ku şewatên di van rojên dawî de bandoreke mezin li ser gorên bikom kirine û wisa tê pêşbînîkirin ku zêdetirî 10 gorên bikom hatibin şewitandin û bandorê li ser karên diyarkirina nasnameyên wan dike.

 

Şeşo destnîşan kir ku berpirsyarê vî karî hikûmeta Bexdayê û aliyên peywendîdar e, ji ber ku çar sal di ser re derbas bûne, diviyabû berî niha kar li ser bihata kirin û rûfatên qurbaniyan hemû hatibana rakirin.

 

Sekreterê Partiya Êzidî ya Demokrat Heyder Şeşo got ku nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bandorê li pirsa Şingalê û dosyeyên şehîdên Şingalê kir ku rakirina gorên bikom bi salan hate paşxistin û niha jî egera wê yekê heye ku ji ber şewatan careke din bi salan paş bikeve û xelk neyê qerebûkirin û ev rûfat neyên rakirin.

 

Heyder Şeşo destnîşan kir, ji ber ku li gundê Koço dest bi rakirina gorên bikom hatibû kirin, hinek ji wan goran hatibûn vekirin.