Li Îlamê şewata li daristan û mezrayan berdewam e

14-06-2019
RÛDAW
Ji bo vemirandin û kontrolkirina agir, daxwaza alîkariyê tê kirin.
Ji bo vemirandin û kontrolkirina agir, daxwaza alîkariyê tê kirin.
Nîşan Îlam Dereşar Daristan Agir Şewat
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji duh pênşemiyê ve agir bi daristan û mezrayan ketiye û di encamê de rûbereke mezin ji daristan û mezrayan şewitîn.

 

Ji duh serê sibê ve agir bi daristan û mezrayên devera Tenge Baram a li parêzgeha Îlamê ketiye û heya niha agir nehatiye kontrolkirin û şewata li deverê berdewam e.

 

Li gor agahiyan, agir ji zeviyên çandiniyê yên gundê Çemkelanê yê ser bi Dereşar ve destpê kir û ji ber leziya bayê, agir zû berfireh bû û gihîşte daristanên devera Tenge Baram.

 

Hêzên hawarçûna bilez, tîmên agirvemirandinê û hejmarek ji çalakvanên jîngeparêz û xelkê deverê hewla kontrolkirina agir didin.

 

Serokê Fermangeha Çavkaniyên Sirûştî yê Dereşarê, Areş Merzban ragihandiye, rûberê şewatê berfireh e û wan hêz û keresteyên pêwîst bo kontrolkirina agir nîne.

 

Areş Merzban daxwaz ji hikûmeta Îranê kiriye, ji bo zû kontrolkirina agir, kereste û amûrên agirvemirandinê û herwiha hêza mirovî ya pêwîst bişîne Dereşarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst