Rûdaw çû Dibistana Koço: Cihê komkujiya kurdên êzidî
Gundê Koço (Rûdaw) – Di Tebexa 2014ê de, dema çekdarên DAIŞê êrîşê Şingalê kirin, yekemîn gundê hate dagirkirin, gundê Koço bû. Herwiha DAIŞê yekemîn komkujiya kurdên êzidî jî li dibistana vî gundê pêk anî.
Gundê Koço gundekî kurdên êzidiye, 18 kîlometre başûrê navçeya Şingalê ye û dikeve nav sînorê herêmên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ya ku bi madeya 140 a Destûrê Iraqê hatine desnîşankirin.
Çekdarên DAIŞê di 15ê Tebaxa 2014ê de li gund komkujiyek mezin kir. Wê demê hejmara şêniya gund hezar û 830 kes bûn. Di dema êrîşê de hezar û 200 kes ketin destê çekdaran. DAIŞê bi awayeke kom 500 kesên vî gundî kuşt. Heta niha jî çarenivîsa nêzîkî 700 kesên din nayê zanîn.
DAIŞê li 5 cihên vî gundî, komkujî pêk anî. Seîd Mûrad yek ji wan kesan bû, ku di dema komkujiyan de bi 6 gulleyan birîndar bû û ji komkujiyan rizgar bû.
Yek ji wan cihên, ku komkujî çêbû, Dibistana Koço bû. DAIŞê nîştecihên gund li vî dibistanê komkirin. Ji bo gelekan ev dibistan bû rawestgaha dawîn a hevdîtinê.
Nadiye Mûrad, ku di Îlona sala 2016ê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Balyoza Niyetpakiyê hate hilbijartin, xelkê gundê Koço ye.
Piştî rizgarkirina gund Nadiye Mûrad serdana vê derê kir û ji Rûdawê re behsa wê roja reş kir: “Roja 15ê Tebaxê bû. Demjimêr 10ê sibê em li dibistanê komkirin. Jin û zarok û zilam ji hev cuda kirin. Paşî êvarî em bi otomobîlan birin.”
Piştî 3 sal û 9 mehan, gundê Koço ji aliyê Heşda Şeibî ve hate kontrolkirin. Heta niha tenê li başûrê Şingalê 10 gorên bi kom hatine dîtin. 5 ji wan goran li nav gundê Koço ne.
Seîd Mûrad dibêje, hemû bihostên gund bûne cihên erjendgî û tirsê. Ji ber ku di her bihostekê de bûyerên pir bi êş rûydan. Seîd bixwe jî di vê karesatê de 6 bira, dayik û bi dehan xizmên xwe wenda kir.