Paytextê şoreşa Îlonê: Gelale

 

Hewlêr (Rûdaw) -  Nahiyeya Gelale ku di dema împeratoriya Osmaniyan de wek navenda îdariya 85 gundên devera Balekatiyê hatiye destnîşankirin, di dema tevgera rizgarî û şoreşa Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê de jî paytexta şoreşê bû.

 

Gelale dikeve ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û di dema desthilatdariya Osmaniyan de wek nahiye hatiye destnîşankirin û navenda îdariya devera Balekatî ya ser bi Hewlêrê ve bûye.

 

Piştî şerê Qişley Rayet, navçeya Gelaleyê, dema 14 salan paytextê tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd  û şoreşa Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê bûye.

 

Ji ber ku ew navçe çiyayî ye ji ber hebûna 207 şkeftan li wir û herwiha dilsoziya xelkê navçeyê ji bo şoreşê, didibn sedem ku Gelale wek paytextê şoreşê û cihê hewandina pêşmegeyan bê diyarkirin.

 

Herwiha. Dema ku şoreşa gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê dixwaze, dengê xwe bigihîne gel li bajar û gundan, şkeftên wê navçeyê dibin baregehên radyo û çapemeniya şoreşê û ragihandikar û nivîskarên kurd li wir tên bal hev.

 

Di şoreşa Îlonê de, jin jî wek zilaman rolek bi bandor di xebat û çalakiyên tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd li Başûrê Kurdistanê de hebûn.

 

Di dema xwe de, Gelale xudan bazareka navdewletî bûye û di wê bazarê de kirrîn û firotin bi kelûpelên cur bi cur ên her çar welatên Sûriye, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê re dihat kirin.

 

Dema ku Gelale wek paytextê şoreşa Başûrê Kurdistanê hatibû destnîşankirin,  kanzaya berê Mermerê li navçeyê hat dîtin û weke çavkaniyek niştîmanî , ji bo çend welatên Rojhilata navîn dihat hinardekirin û derfetên kar ji welatiyên kurd re hatibû dabînkirin.

Herwiha di aliyê qalîteyê de, ew kanza wek baştirîn berê Mermer hatibû naskirin. 

 

Piştî rêkeftinnameya Elcezaîrê, qonaxên veguhastina xelkê Gelale ji aliyê rejîma Beis a herifî dest pê kir û di 8ê Tîrmeh a sala 1981an de rûniştvanên wê ber bi ordîgehên bi zorê hatin veguhastin. Piştî raperîna gelê Başûrê Kurdistanê di sala 1991an de, navçeya Gelale carek din hat avedankirin.

 

Li navçeya Gelale çendîn seyrangeh û cihên geştyarî hene û erdê wê deverê dewlemend e û çavkaniyên avê jî gelek zêde ne, lê dahata piraniya rûniştvanên wê nahiyeyê, mûçeyên hikûmetê ye.