Çarenivîsa endamekî PDK-Sê li Dêrikê nediyar e

14-06-2014
Behzad Mîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-Sê li herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên asyişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, ev 3 rojin hatiye girtin.

Ew endamê PDK-Sê bi navê Haşim Miho ye û ev 3 rojin ji aliyê hêzên asayişê ve li Dêrikê hatiye girtin.

Kurê Haşim Miho, Welîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “bavê wî Haşim Miho ji roja çarşemê 11/6/2014 di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li wir ji aliyê asyişa PYDê ve ji saet 9ê sibê heta 5ê êvarê lêkolîn pê re hate kirin”.

Welîd diyar ki ku “piştî lêkolînê, asayişê bavê wî azad kir, lê roja din serê sibê hin çekdar hatin û ew ji malê derxistin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e”.

Welîd aşkere kir ku wan çend caran serdana zindana bajarê Dêrikê kiriye “lê ji wa re gotine ku lêkolîn bi Haşim Miho re hê bi dawî nebûye”.

Haşim Miho endamê kongreya PDK-Sê bû û ji dema ku kongreya wan di destpêka meha nîsanê de hatiye lidarxistin û heta roja çarşemê ya borî li Başprê Kurdistanê bû.

Haşim Miho xelkê gudê Tilxenzîrê Jêrê yê devera Dêrikê ye, ew bavê 8 zarokane, 4 kur û 4 keçên .


Heta niha hêzên asayiş û YPGê ti daxuyanî derbarê girtina wî endamê PDK-Sê de dernexistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst