Li Dêrsimê rêya Pilûr-Dêrsimê ji aliyê endamên PKKê ve hat girtin

Dêrsîm (Rûdaw) - Li ser rêya di navbera navçeya Pilûr û navenda Dêrsîmê de endamên PKKê rê bi teqemeniyê daxistin. Li cihê ku rê bi teqemenî û keviran hatibû girtin de pankarta ku 'Ji qaleqolan re na, ji Dêrsîmê silav ji bo Licê' hatibû hilawestin. Pakêteke gumandar jî li navenda bajêr bi funyeyê hat teqandin.

 

Rojeva germ û aloz li Dêrsîmê berdewam dike. Piştî ku tewş li 'pêvajoya aştiyê' ketî, yek ji cihê ku herî zêde li Bakur dihece, Dêrsîm e. 

 

Duh êvarê rêya di navbera Pilûr-Dêrsîmê de li nêzîkê Newala Salê, endamên PKKê rê bi keviran û teqemeniya sazkirî girtin. Li gor agahiyên ku ji rêwiyên di wan demjimêran de di wir re derbas dibûn hat girtin de piştî endamên PKKê derdora du demjimêran piropaganda kirine, ji wir çûne. Lê belê ji ber teqemeniyê, heta destê sibê rê ji hatûçûnê re bi temamî girtibû.

Destê sibê her çend rê, bi awayekî yekalî ji hatûçoyê re bê vekirin jî heta destê êvarê jî hê teqemenî li şûna xwe li dar bû. Tenê qasî wesayîteke derbas bibe, rê vekirîbû. Li tenişta cihê ku rê hatibû girtin, pankarta ku 'Ji qaleqolan re na, ji Dêrsîmê silav ji bo Licê, Bijî serok Apo' li ser navê 'Destpêşxeriya Gelê Dêrsîmê' hilawestî bû.

Herwiha li cihê ku rê hatibû girtin, pêştir parlamenterê CHPê yê Dêrsîmê Huseyîn Aygun hatibû ji aliyê HPGê ve hatibû girtin.

 

Li aliyê din îro danê êvarê, li beramberî 'Qereqola Şehît Nahît' a li navenda Dêrsîmê pakêteke gumandar ji aliyê polêsan ve bi funyeyê bi gumîniyeke mezin hat teqandin. Pakêta gumandar vala derket.


Ev di demekî de ye ku KCKê daxwaz ji hemû alîgir û endamên xwe kiribû, êdî rê negirin û ti kesî jî nerevînin.