HSDyê nasnameyên 3 şervanan eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 3 şervanên ku di êrişa DAIŞê de canê xwe ji dest dabû eşkera kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameyên 3 şervanên di êrişa xwekujî ya DAIŞê de li bajarê Şihêlê yê Dêrazorê de şehîd bûbûn, eşkera kirin.

HSDyê bi bîr xist ku di êrişa xwekujî ya DAIŞê ya roja Înê ya li bajarokê Şihêlê ku dikeve rojhilatê Dêrezorê 3 şervanên wan canê xwe ji dest dabû.

Di daxuyaniyê xwe de HSDyê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û soza tolhildanê da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên qurbaniyan wiha ne:

Elî El Ilêwî

Nasnav: Pîro

Navê dayikê: Wedha El Hemade

Navê bav: Silêman

Cih û dîroka jidayikbûnê: El Becdelî/1999

Cih û dîroka mirinê: Dêrazor-Şihêl / 10ê Gulana 2024

Mihemed Receb

Nasnav: Ciwan

Navê dayikê: Hesa

Navê bav: Cuma

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hedadiye - 2001

Cih û dîroka mirinê: Dêrazor-Şihêl / 10ê Gulana 2024an

Mehmûd El Hemûd

Nasnav: Xeyber

Navê dayikê: Ferîda El Sîrac

Navê nav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: El Bû Kemal - 2004

Cih û dîroka mirinê: Dêrazor – Şihêl / 10ê Gulana 2024an.