Li Rihayê 44 kes bi tohmeta DAIŞê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navend Riha li 2 bajaran di operasyona dijî DAIŞê de 44 gumanbar hatin desteserkirin.

Ekîbên Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Bajêr bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji bo girtina gumanbaran dest bi xebatê kir.

Di xebatan de navnîşanên gumanbaran ên ku hatin tesbîtkirin endamên DAIŞê ne û xwe lê veşartine hatin tesbîtkirin.

Ekîban li Riha û Konyayê operasyoneke hevdem kir û 44 şikbar hatin desteserkirin.

Piştî kontrola tenduristiyê ekîban şikbar birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Bajêr.

Herwiha li bajarên Stenbol, Mêrsîn, Sakarya û Boluyê jî 8 gumanbar hatibûn girtin.