Li Colemêrgê mînîbus wergeriya: 9 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, îro mînîbusek wergeriya û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li nêzîkî heman cihê barhilgireke petrolê jî wergeriya.

Li ser rêya Colemêrg û Wanê, mînîbusa şofêrê wê Haci Înal ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de 9 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên prastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Herwiha 300 metreyan nêzîkî cihê bûyerê barhilgireke petrolê jî wergeriya.

Barhilgir û mînîbus ji rê hatin rakirin.