Li Germiyanê qeza: 4 xwendekar mirin

14-05-2024
Qezaya li germiyanê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Qezaya li germiyanê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Germiyan Qeza Xwendekar Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Hesîreyê yê li ser rêya Kelar û Kifriyê minîbûsa xwendekaran qulibî.

4 xwendekaran canê xwe ji dest da û 7 xwendekar jî birîndar in.

Berdevkê Trafîka Germiyanê Saman Elî ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku minîbûseke xwendekaran li ser rêya Kelar- Kifriyê li nêzîkî gundê Hesîreyê qulibiyê.

Saman Elî di berdewamiyê jî de amaje bi wê yekê kir ku heta niha 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest daye û 7 xwendekar jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan minîbûs a xwendekarên dibistana navîn a bi navê Bakur e û xwendekar ji bo azmûnên zanistî ji Kelarê çûbûn Kifriyê û di rêya vegerê de minîbûsa wan wergeriyaye.

“Xwendekar hemû keç in”

Saman Elî li ser çêbûna qezayê jî wiha got:

“Xwendekar hemû keç in, ajokarji me re gotiye otomobîlek li nêzîkî gundê Hesîreyê yê di navbera Kelar û Kifriyê de bi ser wan de hatiye û ji ber wê kontrola minîbûsê ji destê wî derketiye û qulibiye.

Yek ji birîndaran mamosta ye û yê din jî şofêr e rewşa birîndaran baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst