Gelek kesayet û saziyan ji bo wergirtina xelata Webbyê Rûdaw pîroz kir

14-05-2024
RÛDAW
Nîşan Korowai Belgefîlma Rûdawê Webby Xelata Webbyê Roj Elî Zale
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma Rûdawê ya bi navê  “Korowai” şeva borî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bi merasîmekê Xelata Webbyê wergirt.

Gelek kesayet û saziyên Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina xelata Webbyê Rûdaw pîroz kir

Belgefîlma Rûdawê ya bi navê  “Korowai” di nav zêdetirî 13 hezar berheman de bû yekem û  Xelata Webbyê ku ji aliyê Akademiya Navneteweyî ya Huner û Zanistên Digital (IADAS) ve tê pêşkeşkirin wergirt.

"Baweriyê Rûdaw aniye vê astê"

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî di nav wan kesan de bû ku ji bo wergirtina xelatê pîrozbahî li Rûdawê kir.

Qubad Talebanî got, “Bi minasebeta bidestxistina Xelata Webbyê, pîrozbayî li medyayê dikim. Ji bo we serkeftin û pêşketinên zêdetir dixwazim.

Cihê rêzgirtinê ye ku Rûdaw gihîşte asteke wisa bilind û ji kadroyeke pir ji xwe bawer, nûjen û xwedî tecrûbe sûd werdigire.”

“Di medyaya Kurdî de gaveke mezin e”

Wezîrê Rewşenbiriyê û Ciwanan ê Herêma Kurdistanê Hemey Heme Sedî li ser navê Wezareta Rewşenbîriyê pîrozbahî li Rûdawê kir.

Heme Seîd wergirtina Xela Webbye di xebata medyaya Kurdî de wekî gaveke giring bi nav kir:

“Wergirtina Xelata Webbyê di karê medya û rojnamegeriya Kurdî de gaveke mezin e.

Ew asta bilind a xebat û pabendbûna pîşeyî û bibandorbûna hewlên we ji bo ragihandina rastiyê nîşan dide, bi taybetî di demekê de ku sazî, navend û kanalên navdewletî ji bo wergirtina xelatê hevrikiyê dikirin.”

Xwediyê Dezgeha Medyayî ya Hawlatî Tariq Fatîh wergirtina Xelata Webbyê ji bo xwe wekî serkeftinekê bi nav kir û got:

“Bidestxistina xelatê ji bo me wek tîma rojnamegeriya Hawlatî cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye.

Em hêvî dikin ku çawa ku ev ne xelata yekem a cîhanî ye ku we bi dest xistiye, ew nebe ya dawî jî.”

“Rûdaw dê pira di navbera medyaya Kurdî û navneteweyî de xurt bike”

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got:

Tora Medyayî ya Rûdawê xelata navnaeteweyî ya Webbyê bi awayekî serkeftî bi dest xist.

Hêvîdarim ku Rûdaw bi berdewamî zanyariyên rast û bê alî bigihîne cîhanê.

Rûdaw dê pira di navbera medyaya kurdî û medyaya navneteweyî de xurt bike.”

Di heman demê de Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal pîrozbahî li Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê û karmendên wê kir.

Zîrek Kemal diyar kir ku wergirtina xelata Webbyê nîşana serkeftina Rûdawê û tevahiya tevgera medyayî ya Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Desteya Medya û Ragihandinê ya Hikûmeta Îraqê Elî Mueyed jî pîrozbahî li Rûdawê kir û wiha anî ziman:

“Ev xelat destkeftek e ku em hemû pê şanaz in, ji ber ku Rûdaw yekem saziya medyayî ya Îraqê ye û li Rojhilata Navîn piştî El Cezîreyê duyemîn saziya ragihandinê ye ku vê xelatê werdigire.

Bidestxistina vê xelatê belgeya pabendbûna Rûdawê bi pîşeyîbûna karê medyayî û şiyana wê ye ku li gorî pêşkeftina teknolojî û medyaya dîjîtal dimeşe.”

“Rûdaw saziyeke cihereng e”

Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî ji ber wergirtina xelata Webyyê Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.

Qasim Eracî peyamek ji Rûdawê re şand û di wê peyama xwe de got:

"Ez bi kêfxweşî pîrozbahiyê li Tora Medyayî ya Rûdawê dikim ku yek ji dezgehên ragihandinê yên bi qalîte ye li Îraqê tê hesibandin û xelata Webbyê bi belgefîlma xwe Korowaiyê wergirtiye."

Ev nasandin ji bo me cihê serbilindiyê ye, nemaze dema ku em dibînin ku rêxistinên medyaya navneteweyî yên wekî CNN û Bloombergê bi xurtî pê re hevrikiyê dikin.”

Qasim Erecî amaje bi wê yekê jî kir ku wergirtina xelata Rûdawê, girîngiya wê saziyê di qada medyaya cîhanî de nîşan dide.

Qasim Erecî herwiha di berdewamiya peyama xwe de got:

“Em vê serketina bi qalîte bilind dinirxînin û em hêvîdar in ku ev saziya hêvîdar û cihêreng û beşdariya xwe ya bi qelîte li Îraqa me ya nû, bi taybetî li Kurdistana Îraqê di xizmetkirina geşepêdana ragihandinê de berdewam bike. ”

Herwiha serokê berê yê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî, Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl, Berdevkê Wezareta Bazirganî ya Îraqê Mihemed Henûn, Cîgirê Wezîrê Karûbarên Avhewayê yê Îraqê Casim Felahî, Cîgira Serokê Lijneya Rewşenbîriyê ya Parlamentoya Îraqê Samiya Gilab, Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Îraqê Emîn Zarî û gelek kesayet û saziyên din ji ber wergirtina Xelata Webbyê pîrozbahî li Rûdawê kir.

Belgefilma Korowaiyê

Rûdaw li Îraq û Herêma Kurdistanê dezgeha yekem a medyayî ye ku Xelata Webbyê werdigire.

Belgefîlma “Korowai”yê ya Rûdawê, ji bo Xelata Webbyê ya 2024an ku bi navê Oscarên Înternetê jî tê naskirin, bi bûbû berbijêr.

Belgefîlma Rûdawê di beşa şêweya Geşt û Jiyanê (Travel and Lifestiyle) de rikeberî bi çend belgefîlmên Amerîkî, Zelandaya Nû û Gurcistanê re dikir.

Dimênên Korowaiyê li nava daristanên Papuaya Rojava yên li Endonezyayê ji aliyê rojnameger û derhênerê Rûdawê Roj Elî Zale ve hatine girtin û Korowai behsa çîroka eşîra bi navê Korowaiyê dike.

Heta sala 1970yî kesî nizanîbû ku ew eşîr heye û endamên eşîrê  “Korowai”yan jî nizanîbû ku ji bilî darsitanê jiyaneke din heye.

“Goştê mirovan dixwin”

Eşîra Korowaiyan wekî eşîra herî dawî ye ku goştê mirovan dixwe.

Li gorî baweriya wê eşîrê, hinek caran rihek bedenê mirov kontrol dike ku ew ruh wekî “Xaxwa”yê tê naskirin.

Eger endamên eşîrê ji kesekî bikevin gumanê ku Xaxwayê ew kontrol kiriye, endamên din ên eşîrê Xaxwayê dikujin û goştê wê dixwin û wisa bawer dikin ku Xaxwa ji holê radibe.

Xelata Webbyê sala 1996an hatiye damezirandin û salane ji aliyê Akademiya Navneteweyî ya Huner û Zanistên Digital (IADAS) ve tê pêşkeşkirin.

Xelata Webbyê wekî Oscara Înternetê tê pênaskirin û du pêvajoyên belavkirina xelatê hene.

Di destpêkê de IADAS belgefîlman diyar dike û piştre belgefîlm ji aliyê jûriyên cihanî ve tên diyarkirin.

Herwiha hinek ji belgefîlman jî ji aliyê xelkê ve tên diyarkirin û xelk dengê xwe dide da ku ew fîlm xelatê bistînin.

Îsal bîneran bi rêya dengdanê belgefîlma Korowaiyê hêjayî xelatê dît.

Bidestxistina xelatê jêhatîbûn û pêşkeftina di teknîkên dîjîtal de destnîşan dike.

Di nava biserketiyên salên berê yên xelatê de Google, NASA, New York Times, BBC, Apple, Facebook, Instagram, YouTube, TikTok, Netflix, Snapchat û gelek saziyên din hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst