Asta ava Gola Wanê zêde bû

14-05-2024
RÛDAW
Nîşan Gola Wanê Asta Avê Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Barana ku bihara îsal barî asta avê ya Gola Wanê zêde kir.

Li Wanê barana ku îsal hem zivistan û hem jî biharê bariya ji bo Gola Wanê û çavkaniyên avê yên li herêmê yên ku salên borî ji ber hişkayî û hilmê ava wan kêm bûbû, gelekî baş bû.

Piştî ku berf heliya û baran bariya asta avê ya Gola Wanê û çavkaniyên avê yên li herêmê jî zêde bû.

Mamosteyê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglu got îsal baran zêde barî û ev tiştekî gelekî baş e.

Alaeddînoglu wiha axivî:

"Barana barî hewcedariya axê bi cih anî û asta avê ya bendavan pir zêde kir.

Ji ber vê yekê, çavkanî dê dîsa biherikin, çemên ku dê seranserê havînê biherikin li benda me ne.

Bi texmîna min sala 2024an dê ji hêla baranê ve bibe heyameke baş."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst