Serokatiya Herêma Kurdistanê: Wergirtina xelata Webyyê şanaziyeke mezin e

14-05-2024
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Rûdaw Webby Xelat Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê bi boneya wergirtina xelata Webyyê Rûdaw pîroz kir û wergirina vê xelatê wekî “şanaziyeke mezin” pênase kir.

Rêveberiya Karûbarên Medyayê yê Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina xelata Webyyê, Rûdaw bi peyamekê pîroz kir.

"Ji bo medyaya Kurdî şanazî û destkefteke mezin e"

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha got:

“Wergirtina xelata navneteweyî ya Webyyê ku çîrokbêjiya herî baş a dijîtal dipîve, bi taybetî di wê pêşbaziya kanalên navdar ên navneteweyî yên wekî CNN û Bloomborg te de bûn ji bo medyaya Kurdî şanazî û destkefteke mezin e.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyamê de got:

“Em bi boneya wergirtina xelata cîhanî ya Webyyê ya belgefîlma Korowaiyê, Rêveberê Giştî û hemû xebatkarên Rûdawê û bi taybetî karmendên belgefîlma Korowaiyê pîroz dikin.”

Rûdaw li Îraq û Herêma Kurdistanê dezgeha yekem a medyayî ye ku Xelata Webbyê werdigire.

Belgefîlma “Korowai”yê ya Rûdawê, ji bo Xelata Webbyê ya 2024an ku bi navê Oscarên Înternetê jî tê naskirin, bi bûbû berbijêr.

Belgefîlma Rûdawê di beşa şêweya Geşt û Jiyanê (Travel and Lifestiyle) de rikeberî bi çend belgefîlmên Amerîkî, Zelandaya Nû û Gurcistanê re dikir.

Dimênên Korowaiyê li nava daristanên Papuaya Rojava yên li Endonezyayê ji aliyê rojnameger û derhênerê Rûdawê Roj Elî Zale ve hatine girtin û Korowai behsa çîroka eşîra bi navê Korowaiyê dike.

Heta sala 1970yî kesî nizanîbû ku ew eşîr heye û endamên eşîrê  “Korowai”yan jî nizanîbû ku ji bilî darsitanê jiyaneke din heye.

“Goştê mirovan dixwin”

Eşîra Korowaiyan wekî eşîra herî dawî ye ku goştê mirovan dixwe.

Li gorî baweriya wê eşîrê, hinek caran rihek bedenê mirov kontrol dike ku ew ruh wekî “Xaxwa”yê tê naskirin.

Eger endamên eşîrê ji kesekî bikevin gumanê ku Xaxwayê ew kontrol kiriye, endamên din ên eşîrê Xaxwayê dikujin û goştê wê dixwin û wisa bawer dikin ku Xaxwa ji holê radibe.

Xelata Webbyê sala 1996an hatiye damezirandin û salane ji aliyê Akademiya Navneteweyî ya Huner û Zanistên Digital (IADAS) ve tê pêşkeşkirin.

Xelata Webbyê wekî Oscara Înternetê tê pênaskirin û du pêvajoyên belavkirina xelatê hene.

Di destpêkê de IADAS belgefîlman diyar dike û piştre belgefîlm ji aliyê jûriyên cihanî ve tên diyarkirin.

Herwiha hinek ji belgefîlman jî ji aliyê xelkê ve tên diyarkirin û xelk dengê xwe dide da ku ew fîlm xelatê bistînin.

Îsal bîneran bi rêya dengdanê belgefîlma Korowaiyê hêjayî xelatê dît.

Bidestxistina xelatê jêhatîbûn û pêşkeftina di teknîkên dîjîtal de destnîşan dike.

Di nava biserketiyên salên berê yên xelatê de Google, NASA, New York Times, BBC, Apple, Facebook, Instagram, YouTube, TikTok, Netflix, Snapchat û gelek saziyên din hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst