CHPê têkildarî îdiaya ‘li Rihayê bi komî deng hatin dayîn’ daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salicî, têkildarî dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin ku tê îdiakirin li navçeya Heranê ya Rihayê ne, daxuyanî da. Kaan Salicî got: “Em nikarin xwe bigihînin parêzgarê Rihayê û rêveberiyê ewlehiyê yê parêzgehê.”

Li ser medyaya civakî dîmenên ku nîşan didin bi komî li ser pusûleyên dengan mohr bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatiye xistin hatin belavkirin. Tê îdiakirin ku ew dîmen li navçeya Heranê ya Rihayê hatine tomarkirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salicî derbarê dîmenên navborî de daxuyanî da û got ku ev dîmenên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin, li gundê Minare yê navçeya Herana Rihayê hatine tomarkirin.

Pêşî endamên me yên lijneya sindoqan hatin derbkirin û piştre ev dîmen derketin holê. Hevalên me yên parêzer bo wî gundî hatine şandin û serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê hate dayîn.”

Salicî ku dîmenên li ser hesabê xwe yê twitterê parve kirine dibêje: “Ev dîmenên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin, li gundê Minare yê navçeya Heranê hatin kişandin. Pêşî endamên me yên lijneya sindoqan hatin derbkirin û piştre ev dîmen derketin holê. Hevalên me yên parêzer bo wî gundî hatine şandin û serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê hate dayîn. Di vê navberê de me nekariya xwe bigihînin parêzger û rêveberê ewlehiyê yê Rihayê.”