Malbata Şenyaşar dengê xwe da

Hewlêr (Rûdaw) - Emîne Şenyaşar û kurê wê berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar dengên xwe dan. Ferît Şenyaşar got “Ji bo pêşerojeke demokratîk û dadweriyê me dengê xwe da guhertinê. Ti meqam ji jiyana mirovan bi qîmettir nîne.”

Li navçeya Sirûcê ya ser bi ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Dadgeha Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn.

Emîne Şenyaşar û Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar li navçeya Sirûcê dengên xwe dan.

Ferît Şenyaşar dîmenên ku dengdayînê yên dayika xwe re li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û got “Ji bo pêşerojeke demokratîk û dadweriyê me dengê xwe da guhertinê. Ti meqam ji jiyana mirovan bi qîmettir nîne. Em hêvî dikin ku hilbijartineke demokratîk pêk were.”