Buldan: Em li bendê ne guhertinên mezin çêbibin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro Yekşemê 14ê Gulanê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê li navendeke dengdanê deng da.

Dengdana ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a parlamentoyê li seranserê Tirkiyeyê demjimêr 08:00an de dest pê kir. Gelê Wanê ji bo dengê xwe bide çûn ser sindoqan.

Buldan di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re got: “Tirkiye demeke dirêj e bûye welatek ku neheqî û bêedaletiyeke mezin tê de hatiye kirin. Li di van hilbijartinan de ku îro tên kirin, em hemû li bendê ne guhertin û werçerxaneke mezin çêbibe.”

Herwiha Pervîn Buldan dibêje “Demeke dirêj e kar dikin û êdî îro dema wê hatiye berhemê ked û karên xwe kom bikin. Îro li hemû cihekî Tirkiyê hemû kes deng didin. Hêvîdar im ew hemû dengên tên dayîn, rêxweşker bin bo aramî, xweşguzeranî, aştî, dadperwerî û demokrasiya welat. Ev welat demeke dirêj e bûye welatek ku bêedaletiyeke mezin têde hatiye kirin, lê îro bi van hilbijartinên ku tên kirin, em hemû li bendê ne guhertin û werçerxaneke mezin çêbibe. Hemû gelên Tirkiyê li benda wê yekê ne û 82 milyon kes ji van hilbijartinan bi hêvî ne.”