Berbijêrên serokkomariyê li bajarên xwe çend deng bi dest xistin?

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Recep Tayyip Erdogan Kemal Kiliçdaroglu Sinan Ogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demdekê de ku Tirkiye roja Yekşemê ji bo hilbijartinên serokomarî û parlementoyê çû ser sindoqên dengdanê, rêjeya dengên namzedên serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu û Sînan Ogan li bajarên wan aşkere bû.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê li Tirkiyê hilbijartinên 13mîn xûla serokkomariyê û 28mîn xûla hilbijartinên parlamentoyê hatin lidarxistin.

Li gor encamên destpêkê yên ku hatine aşkerekirin, Erdogan û Kiliçdaroglu li bajarên xwe rêjeya herî zêde ya dengan bidest xistine, lê Sînan Ogan li bajarê xwe jî nekariye dengê zêde bidest bixe û dengên herî kêm ên wî ne.

Rewşa dawî ya li bajarê Rîze yê namzedê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan:

 

Recep Tayyip Erdogan: %73,23

Kemal Kılıçdaroglu: %21,79

Sinan Ogan: %4,6

 

Rewşa dawî ya li Dêrsimê, li bajarê Kemal Kiliçdaroglu, bebijêrê Hevpeymaniya Millet ê bo serokomariyê:

 

Kemal Kılıçdaroglu: %79,88

Recep Tayyip Erdogan: %21,79

Sinan Ogan: %3,36

 

Rewşa dawî ya li bajarê Îdirê, bajarê Sînan Ogan berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê:

 

Kemal Kiliçdaroglu: %63,64

Recep Tayyip Erdogan: %24,88

Sînan Ogan: %11,22


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst