Li Amedê dê çend dengdêr dengê xwe bidin?
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Xula 28an dê li Amed a Bakurê Kurdistanê dê milyonek û 143 hezar û 887 dengdêr dê dengên xwe bidin.
Li navend, navçe, tax û bajarokên Amedê dê îro 14ê Gulana 2023an bi giştî milyonek û 143 hezar û 887 dengdêr dê li 3 hezar û 675 sindoqan dengên xwe bidin.
Li Amedê 19 partiyên siyasî û 1 berbijêrê serbixwe dê beşdarî hilbijartinan bibin.
Partiya Yekîtiya Edaletê û Partiya Anavatanê ku li parêzgehên din berbijêr nîşan dane, li Amedê berbijêr dernexistine, Partiya Karkerên Tirkiyê ku pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê ye, Partiya Dad û Partiya Zafer ku pêkhateyên Tifaqa Ata ne bi awayekî fermî berbijêr dernexistin.
Li gorî protokola Tifaqa Milet berbijêrê rêza 2emîn a Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo Partiya DEVA, berbijêrê rêza 3emîn jî ji bo Partiya Saadetê hat veqetandin.
Li parêzgeha #Amedê milyonek û 143 hezar û 887 dengdêr dê di 3 hezar û 675 sindoqan de dengê xwe bidin.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 14, 2023
Nûçegîhanê Rûdawê Maşallah Dekak rewşa dawî ya bajêr radigihîne. pic.twitter.com/hYCCngOPul