Li Amedê dê çend dengdêr dengê xwe bidin?

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Xula 28an dê li Amed a Bakurê Kurdistanê dê milyonek û 143 hezar û 887 dengdêr dê dengên xwe bidin.

Li navend, navçe, tax û bajarokên Amedê dê îro 14ê Gulana 2023an bi giştî milyonek û 143 hezar û 887 dengdêr dê li 3 hezar û 675 sindoqan dengên xwe bidin.

Li Amedê 19 partiyên siyasî û 1 berbijêrê serbixwe dê beşdarî hilbijartinan bibin.

Partiya Yekîtiya Edaletê û Partiya Anavatanê ku li parêzgehên din berbijêr nîşan dane, li Amedê berbijêr dernexistine, Partiya Karkerên Tirkiyê ku pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê ye, Partiya Dad û Partiya Zafer ku pêkhateyên Tifaqa Ata ne bi awayekî fermî berbijêr dernexistin.

Li gorî protokola Tifaqa Milet berbijêrê rêza 2emîn a Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo Partiya DEVA, berbijêrê rêza 3emîn jî ji bo Partiya Saadetê hat veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst