Malbatên herî hejar li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne

14-05-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Hejarî TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, malbatên herî hejar li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), amarên sala 2021ê yên “Lêkolîna Şertên Jiyanê û Dahatê” eşkere kirin.

Li gor amaran li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dahata herî zêde dikeve destê malbatên li Stenbolê û herî kêm jî dikeve destê malbatên li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2021ê bi awayekî navendî bo her şexsekî malbatê 37 hezar û 400 lîre dahata salane hebûye, ev rêje herî zêde li Stenbolê bûye ku bo her şexsî salane 51 hezar û 765 lîre û herî kêm jî li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê bûye ku dahata her şexsekî ya salane 18 hezar û 278 lîre bûye.

Herwiha rêjeya cudahiya herî zêde ya hevsengiya dahatê li Stenbolê hatiye tomarkirin û cudahiyeke zêde di navbera dahata malbatan de heye.

Rêjeya cudahiya herî kêm a hevsengiya dahatê jî li parêzgehên Meletî, Xarpêt, Çewlig û Dêrsîmê ye ku dahata xelkê bi giştî kêm e.

Li gor Amarên Sendîkaya Karkeran a Tirkiyê di Nîsana îsal de sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihiştiye û 5 hezar û 323 lîreyên Tirkî (derdora 347 dolar). Sînorê hejariyê yê heman malbatê jî gihiştiye 17 hezar û 340 lîreyên Tirkî ku dike derdora hezar û 130 dolar. Herwiha xerciya herî kêmane ya wê malbatê  bo pêdiviyên sereke yên jiyanê jî di 12 mehên dawî de ji sedî 85 zêde bûye. Ev di demekê de ye ku mûçeyê kêmane li Tirkiyê 4 hezar û 253 lîreyên tirkî ye û  mûçe li beramber bihabûnan roj bi roj dihele û hêza kirînê ya welatiyan kêm dibe. Hikûmeta wî welatî jî heta ti pêngaveke berdest bo zêdekirina hêza kirînê ya welatiyan neavêtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst