Şer di navbera Kurd û Ereban de derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xurmatû li ser pirsgirêka zeviyan şer di navbera şêniyên du gundan de derket ku Kurd û Ereb in, qaymeqamê Xurmatûyê dibêje ew erdê Kurdan e.

Duh Înê 13ê Gulana 2022an li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê şer di navbera şêniyên gundên Hilêwatî ya Ereb û Tepe Sewz a Kurd de derket . 

Qaymeqamê Xurmatûyê Hesen Zeynulabidîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ev zevî dikeve navbera wan her du gundan û bi salan e ku pirsgirêk li ser heye. 

Qaymeqamê Xurmatûyê da xuyakirin ku ew zevî ketiye rojavayê gundê Tepe Sewz ku hevsînor e li gel zeviyên gundên Hilêwatî ku milkê Weqfa Şîeyan e lê ew zevî yê Kurdan e û ne yê Şîeyan e. 

Her wiha Emîd Hisên Elî Rêveberê Polîsê navçeya Xurmatû ji Rûdawê re ragihand, polis çûye wê navçeyê û rê nedaye ku pirsgirêk mezin bibe, her weha diyar kir ku şêniyên her du gundan dozên yasayî tomar kirine û biryar e roja Yekşemê li dadgehê amade bin.