Li Mêrdînê pêşbirka xwendina helbestên Kurdî hat lidarxistin

14-05-2022
RÛDAW
Li Mêrdînê pêşbirka xwendina helbestên Kurdî hat lidarxistin
Li Mêrdînê pêşbirka xwendina helbestên Kurdî hat lidarxistin
Nîşan Helbest Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê cara yekemîn e pêşbirka xwendina helbestên Kurdî hat saz kirin. Rêveberê  wê dibistana ku pêşbirk lê birêve çû diyar kir ku di çarçoveya dersa bijarte ya zimanê Kurdî de ev pêşbirk hate lidarxistin.

Duh Înê 13ê Gulana 2022an dibistaneke ku li parêzgeha Mêrdîna ya Bakurê Kurdistanê perwerdeya olî dide cara yekemîn pêşbirka xwendina helbestên Kurdî saz kir û di pêşbirkê de helbestên helbestvanên navdar yên Kurd hatin xwendin.

Rêveberê dibistanê amaje pê dike ku di çarçoveya dersa bijarte ya zimanê Kurdî de ev pêşbirk saz kirine.

 

Rêveberê Dibistana Îmam Xetîp ya Ozcan Yildiz Tarik Yilmaz got, "Desteya me helbestên ku dê bên xwendin hilbijart. Desteyê helbestên helbestkarên navdar yên Kurd wek Feqiyê Teyran,  Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî ku niha di roja me de jî hemdem in diyar kirin."

Xwendekarên 27 dibistanên Mêrdînê beşdarî pêşbirkê bûn û di encamê de 3 xwendekarên keç bi xwendina xwe ya xweş bi serketin.

Yekemîna Pêşbirkê Lorîn Janya Yilmaz li ser pêşbirkê hestên xwe anî ziman, "Piştî pêşbirka helbestên Kurdî me pêşniyar kir ku li dibistana me pêşbirka stranên Kurdî jî bê saz kirin. Hêvîdarim di demeke nêz de ew jî bê çêkirin."

Duyemîna Pêşbirkê Buşra Tayan jî got, "Ez gelekî şanaz im. Bi zimanê xwe xwendina helbestan gelekî xweş bû. Hêvîdar im li her derê ev berdewam be."

Ev di demekê de ye ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li dibistanan zaraveyên Kurmancî û Zazakî yên zimanê Kurdî wek dersa bijarte tên dayîn û li gor amarên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê di heyama 2021 û 2022an ya xwendinê de 20 hezar û 265 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst