Birinca Qerejdaxê bi destê jinan tê çandin

14-05-2022
RÛDAW
Jinên Amedê dest bi çandina Birincê Qerejdaxê dikin
Jinên Amedê dest bi çandina Birincê Qerejdaxê dikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birinca Qerejdaxê ya ku bi tahm  reng û taybetmendiyên xwe yên din ve tê naskirin, niha parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li quntara Qerejdaxê bi destê jinan tê çandin.

Li berpalên Çiyayê Qerçdaxê li navçeya Çinar ser bi  parêzgeha Amedê ve jinan li ser axa bi xêr û bêr dest bi çandina birinc kirine. Birinca Qerejdaxê weke cûreyek xwecîhî û taybet tenê li derdora çiyayê volkanîk yê Qerejdaxê tê berhemanîn.  Ev birinc bi temamî bi keda destan û di şert û mercên xwezayî de tê hilberîn.

Qeymiqama Çinarê Guher Sînem dibêje: “Birinca me yê Qerejdaxê bi temamî bi keda mirov tê hilberîn. Ti maddeyek di nav de nîne û bi temamî di şert û mercên xwezayî çêdibe. Berhevdana wî ligel birincên din, rêjeya proteîna wî herî zêde ye û rêjeya şekirê jî herî kêm e.”

Çandina birincê  Qerejdaxê di meha Nîsanê destpê dike. Di di dawiya meha îlonê de jî tê berhevkirin. Ji bo danasîna birincê Qereçdaxê li navçeyê koeperatîfeke jinan hatiye damezrandin. Ji çandinê heta tê ser sifreyan di her qonaxeke hilberîna vî berhemî de jin  kedê didin.”

Cotkar Beyzanur Gulçe jî got: “Hingî bîra min tê em di nav van zeviyan de ne. Dema em zarok bûn û li pişta dayika xwe bûn, ji çandinê heta hilberîn û berhevkirinê em bûne şahid. Ji zeviyan het tê sifreyan keda me jinan heye.”

Muxtar Mehmet Sait Gulçer jî got: “Birincê Qereçdaxê xwedî tameke taybet e ji ber vê yekê jî j roj bi roj daxwaza li ser wî zêde dibe. Dema me berê birinc diçand 2-3 salan di destê me de dima, lê niha em di nava mehek heta 40 rojan de hemûyê difiroşin.”

Sala derbasbûyî li ser rûberê 3 hezar 600 dekar erdê navçeyê birinc hatibû çandin, lê îsal ji ber daxwza zêde li ser  rûberê 5 hezar dekar erdê navçeyê birincê Qereçdaxê  hatiye çandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst