Li Dêrsîmê çalakî bo dema 7 rojan tên sînordarkirin

14-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Dêrsimê ragihand ku divê  ji bo encamdana her cor çalakiyên weke meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê, yên li wê parêzgehê bo dema 7 rojan ji aliyên peywendîdar mohlet bê wergirtin.

Parêzgeariya Dêrsimê îro 14ê Gulana 2022ê  li ser malpera xwe ya fermî derbarê çalakiyên ku li wê parêzgehên tên kirin de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê divê ji bo encamdana her cor çalakiyên weke meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê, yên li Dêrsimê  ji demjimêr 00.01ê 14ê Gulana  2022ê heta demjimrêr 23.59ê 20ê Gulana heman salê  bo dema 7 roj mohlet ji aliyên peywendîdar bê wergirtin.     

Di daxuyaniy parêzgariya Dêrsimê de hatiye îdîakirin ku ev biryar “bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, rêgirtina binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê” hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst