Parêzgarê Hewlêrê daxwaza zelalkirinê ji Konsulxaneya Tirkiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê li ser êrişa li dijî malbata Kurd a li Mêrsînê daxwaza zelalkirinekê ji Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê kir.

Parêzgariya Hewlêrê derbarê êrişa li ser malbateke Kurd a ji Hewlêrê li Mêrsînê daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Tirkiyê kir ku di zûtirîn dem de kesên êrişkar bên girtin û cezayê xwe bibînin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw, peywendî bi wê malbat û kesûkarên wê kiriye û ew piştrast kirine ku “li gel aliyên fermî li ser xetê be ji bo desteserkirina tawanbaran û cezakirina wan.”

Parêzgarê Hewlêrê ji malbatê re tekez kiriye, “Hûn kesûkarên me ne û li her cihekê be em kiryarên bi vî rengî li hember hevbajariyên xwe qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.”

Li gor daxuyaniyê, Omîd Xoşnav derbarê doza têkildarî bûyerê jî peywendî bi Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê kir û 3 daxwaz kirin;

Di zûtirîn dem de lêkolîn derbarê vê bûyerê de bê kirin û bi rêya yasayî sedema “vê êrişa nemirovane ya bo ser wê malbatê bê yekalîkirin û êrişkar û tawanbar bigihijin cezayê tund ê yasayî.”

Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê kir, “bi fermî bo raya giştî zelalkirinekê bide û sedema lêdan û êrişa li ser hevwelatiyên me li welatê wan zelal bike.”

Parêzgarê Hewlêrê tekez jî kir, “bi her şêwe karên bi vî rengî di bin çi hincet û bîr û bihaneyê de bin, ji aliyê me ve nayên qebûlkirin û karekî ne rast e û em bi tundtirîn şêwe şermezar dikin. Em qebûl jî nakin li ti derekê bêrêzî li hember hevwelatiyên em bê kirin.”

Malbateke Kurd a ji Hêwlêra Başûrê Kurdistanê duh li Mêrsînê rastî êrişa grûpeke nijadperestên Tirk hatibû.

Otomobîla wê malbatê Kurd ku bo geştê serdana Tirkiyê kiribû, li navçeya Bozyazi ya Mêrsînê ji aliyê grûpeke Tirk ve hatibû rawestandin û grûpa nijadperest jibilî dijûnên li dijî Kurdan, bi tundî êrişî endamên wê malbatê kiribû.

Di encama êrişa nijadperestên Tirk de jibilî endamekî din ê malbatê, Muştaq Mehmûd Kerîm bi giranî birîndar bûbû û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê tê dermankirin.

 

 

Piştî ku ev bûyer bi rêya Rûdawê belav bû, komele û baroyên herêmê jî ketin nav tevgerê û li gor daxuyaniya Baroya Amedê şandek bi serpereştiya Serokê Baroyê ber bi Mêrsînê ve bi rê ketiye ku piştgiriya yasayî bide wê malbatê.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li hejmara xwe ya Twitterê jî peyamek derbarê bûyerê de belav kir û êrişa li dijî malbata Kurd şermezar kir û daxwaz kir, “lêpirsîneke bilez” derbarê êrişkaran de bê kirin û dozgerî jî zelalkirinekê derbarê bûyerê de bide.

Şahidhalê bûyerê Cîhan Kutluk ji Rûdawê re ragihandibû, “Dema ku em ji Edenê ber bi Antalyayê ve diçûn, li navçeya Bozyazi ya bi ser Mêrsînê ve demjimêr derdora 16.00an pêşiya otomobîla malbatekê hatibû birin û ji aliyê çar kesan ve dihatin derbkirin. Bi keviran êrişî bav û kurê wî yê 12-13 salî dikirin û bi keviran li serên wan dixistin.”

Li aliyê din heta niha têkildarî êrişa li dijî malbata Kurd ji aliyê saziyên fermî ve ti daxuyanî nehatine belavkirin.