Kesekî cîranên xwe gulebaran kir: 3 mirî

14-05-2021
RÛDAW
Nîşan Îdir Gulebaran Cîran Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Tozan ya Îdira Bakurê Kurdistanê kesekî ku bi cîranê xwe re dijminantî ya wî hebû bi tifinga nêçîrê li ser wan gulebarandin kir. Di encama gulebarandinê de 2 kes birîndar û 3 kesan jî cane xwe ji dest dane.

Li gor agahiyan kesê bi navê E.A yê 36 salî, li gundê Daraziwa ya ser bi bajarokê Tozanê, bi cîranên xwe yê ku dijminantiya wan bi hevre hebû pevçûnek kir û piştî pevçûnê bi tifinga nêçîrê belawela gulebarand. 3 kesên ku gule li wan ketiye T.O (27), Y.A (65) û A.A (66) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane. 2 kesên bi navê O.A (36) û G.O (47) jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatine veguhestin.

Hat gotin Fermandariya Cendermeyan kesê êrîşkar ê bi navê E.A desteser kiriye û li derdora gund û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst