PDKê berbijêrê bo Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Karûbarên Iraqê li Baregeha Barzanî ragihand, di navbera wezaretên petrol û dereve de, Wezareta Derve ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yekalî bûye û take berbijêrê bo wê postê jî Fuad Husên e.

Dr. Erefat Kerem, Berpirsê Karûbarên Iraqê li Baregeha Barzanî ji Rûdawê re ragihand, ji Kazimî re hatiye gotin ku take berbijêrê PDKê Fuad Husên e û diyar kir, “Dibe ku bê guhertin jî, ji ber ku dibe li parlamentoyê pirsgirêk bo wî çê bibe û derbas nebe. Eger wisa jî be, PDK gelek kandîdên zîrek û lêhatî hene, lêbelê heta niha ti navek din nehatiye diyarkirin.”

Derbarm peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Mistefa Kazimî de û serdana wî bo Herêma Kurdistanê, Erefat Kerem dibêje, “Bi berdewamî peywendiya telefonî heye. Lêbelê ti tarîxek bo serdana Herêma Kurdistanê nehatiyen diyarkirin. Ji ber ku zêdetir terkîz li ser wê ye kabîne temam bibe. Bêguman piştî cejnê kabîne temam dibe.”

Herêm Kemal Axa, Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) derbarê Wezareta Dadê de ji Rûdawê re ragihand, “Melbenda Kerkûkê 3 nav pêşkêş kirine ku ew jî, Emced Mihemed, Erkan Qadir Welî Kerîm û Şêrko Umer Mihemed Elî. Eger heman mijara rabirdû bê pêwerkirin, ev kesên teknokrat in û ew dikarin her yek ji wan hilbijêrin. Lêbelê eger berbijêrê siyasî bê qebûlkirin, YNKê pêştir jî Xalîd Şiwanî pêşkêş kiriye.”

Roja 07.05.2020, Encûmena Nûneran a Iraqê, bawerî bi kabîneya Mistefa Kazimî, serokwezîrê raspardî, da û ji 22 wezîran, bawerî bi 15 wezîran hat dayîn û 7 wezîr jî mane bo ku baweriyê werbigirin. Di kabîneya nû de 3 wezaret pişka Kurdan e ku niha tenê wezîrekê bawerî wergirtiye.