Ferrariyeke kurê Sedam Husên li Hewlêrê hat dîtin

14-05-2020
Hadî Selîmî
Ferrariya f40 û model 1989 e. Ji vî modelî di navbera salên 1987 ta 1992 tenê hezar û 130 otomobîl hatibûn çêkirin
Ferrariya f40 û model 1989 e. Ji vî modelî di navbera salên 1987 ta 1992 tenê hezar û 130 otomobîl hatibûn çêkirin
Nîşan Ferrari f40 Sedam Husên Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ferrariyeke Udeyiyê kurê Sedam Husên, piştî 17 sal ji kuştinê, li Herêma Kurdistanê hat dîtin. Li li dûvçûneke Rûdawê, Ferrariya kurê Sedam salên 2004 bo 2005 anîne Hewlêrê, ew wêneyên otomobîlê jî li benzînxaneyeke Hewlêrê hatiye girtin.

Li gor gotina xwediyê wê benzînxanê, xwediyê wê Ferrariyê ku nenaskirî nû ew otomobîl demkî û bo şûştinê biribû wê derê û salên 2015 û 2016 li benzînxaneyê hatiye şûştin û zêdetir ji 4 sal e jî ji wê derê hatiye birin.

Karwan Ceifer, xwediyê benzînxaneyê dibêje, ew otomobîl ya kesekî wayerman ebû li navçeya pîşesazî, anîbû vir goya ji bo ku bo xwediyê wê bê çak bike, em jî jê re bişon û bibe. Lewma nêzikî nêzikî salekê bû, kêmtir an zêdetir, nizanim, li vir ragirtibû. Herî dawî bir, me ewqas zanyarî heye."

Ferrariya f40 û model 1989 e. Ji vî modelî di navbera salên 1987 ta 1992 tenê hezar û 130 otomobîl hatibûn çêkirin. Nirxê wê demê 400 hezar dolar bû û nirxê niha jî nêzikî 800 hezar dolar e. Udeyî nêzikî 100 otomobîl hebûn ku heta niha jî piraniya wan nediyar in. Rexdiya keça Sedam jî di twîtekê de ku wêneyê wê Ferrariyê daniye, daxwaza vegerandina samanên xwe dike.

Ew hosteyê ku Ferrarî bi mebesta çakkirinê ji bo ber destê wî hatibû veguhastin, dibêje ti zanyariyek wî derbarê wê otomobîlê de nîne.

Fazil Hacî, Rêveberê Hatinçûna Hewlêrê dibêje, “ew otomobîla Ferrarî ku behsa wê tê kirin, ya kurê dîktatorê berê yê Iraqê bû. Ez piştrast im ku ew otomobîl li Hewlêrê nehatiye tomarkirin. Bawer nakim li Herêmê jî hatibe tomarkirin. Ji ber ku ew ên li Iraqê tên tomarkirin li Herêmê nayên tomarkirin. Derbarê hebûna wê li Kurdistanê jî tiştekî asayî ye ku jê re dibêjin bê belge û dibe ku bê plaka jî bigere an li cihekê hatibe danîn û lêbelê weke tomarkirin, nehatiye tomarkirin."

Di dawîn wêne û vîdeoyan de, ew ferrarî hatiye paqijkirin û çakkirin, di dawîn vîdeoa ku hatiye belavkirin de jî bêyî hejmar li şeqama bazneya 120 metrî ya Hewlêrê hatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst