Rêxistina Amedê ya Partiya Vatan ji bo HDPê dest ji kar dikşîne

14-05-2018
RÛDAW
Nîşan Partiya Vatan Amed HDP Selahattin Demîrtaş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Wek karvedanekê li beramber gotinên Serokê Giştî yê Partiya Vatan Dogu Perînçek ên derbarê Salahattin Demirtaş û HDPê de, îro duşemê endamên rêxistina wê partiyê ya Amedê hemû dest ji kar dikşînin. Herwiha ji ber heman sedemê rêvebir û endam jî di navde çend kesam ji Partiya Vatanê îstîfa kirin.


Êrîşên Serokê Giştî yê Partiya Vatan û Berbijêrê Serokatiya Tirkiyê Dogu Perînçek bo ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam in.


Dogu Perînçek berî niha HDP "wek rêxistineke terorê" binav kiribû. Herî dawî jî Perînçek ragihand ku eger bibe serokomar dê HDPê bigre.


Li ser van daxuniyan, karvedana yekem ji aliyê rêxistina Amedê ya wê partiyê ve hat.


Serokê Rêxistina Amedê ya Partiya Vatan Selahattin Gonul, da zanîn ku wek nerazîbûnekê îro 90 endamên rêxistinê ji partiyê îstîfa dikin û got: "Eger 6 milyon mirovên ku dengê xwe dane HDPê PKKyî bin em jî PKKyî ne."


Selahattin Gonul ragihand ku ew kesên ku îstîfa kirine dê deng bidin HDPê.


Derbarê dest ji kar kişandinê Gonul wiha axifî: “Piştî axaftinên Perinçek em weke rêvebirî kombûn û me biryar da ku em dest ji kar bikêşin. Li Amed, Êlih û Qoserê nêzi 90 kes îstîfa dike. Li Amedê tenê yek kes ma ku îstîfa nekir. Mafê tu kesî tune ye ku partiya 6 milyon deng girtiye bigire. Divê tu kes siyaseta qirêj neke."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst