Riya Şêxan û Mûsilê careke din hate girtin

14-05-2018
RÛDAW
Şêxan
Şêxan
Nîşan Mûsil Şêxan Duhok Pêşmerge Iraq
A+ A-

Şêxan (Rûdaw) – Riya sereke ya di navbera navçeya Şêxan a Duhokê û bajarê Mûsilê de ku ji bo dema hilbijartinan hatibû vekirin, piştî bidawîbûna proseya hilbijartinan careke din ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hate girtin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê Karwan Elî ragihand: “Piştî bidawîbûna hilbijartinan gotegotên derbarê hackirina sîstema dengdanê di rojevê de ye. Diyare hêzên ewlekariya Iraqê jî piştî hilbijartinan riya di navbera Şêxan û Mûsilê de hackirin û ji çûnûhatinê re girtin.”

 

Peyamnêrê me diyar kir, ku ji bo di roja dengdanê de hemwelatî bikarin hatinûçûnê bikin, di navbera hêzên pêşmerge û hêzên ewelekariya Iraqê de lihevkirinek çêbûye. Lê roja piştî hilbijartinê Firqeya 16 a artêşa Iraqê careke din rê girtiye.

 

Peyamnêrê me got: “Pêşmerge li dijî vê yekê ye û dixwaze rê tim vekirî be. Herwiha pêwîstiya hemwelatiyên li Mûsilê zêdetir bi wê yekê ye ku rê vekirî be.”

 

Fermandarê pêşmerge li Eniya Nawêran, Emîd Fehmî di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji aliyê me ve rê vekiriye. Lê rê ji aliyê wan ve hatiye girtin. Wisa diyar e ku berjewendiyên wan hebûye û xwestine di roja hilbijartinan de dengderên wan ji vê aliyê herin wê aliyê dengan bidin. Piştî berjewendiya wan xilas rê girtin. Lewma em berjewendiyên giştî li ber çav nagrin.”

 

Emîd Fehmî diyar kir, ku ji aliyê Mûsilê ve hêzên Heşda Şeibî zêdetir guvaşê dixin ser Firqeya 16 da ku vê riyê venekin.

 

Fermandarekî din ê pêşmerge li heman eniyê jî da xuyakirin ku riya Nawêran riya herî nêzîk e di navbera Şêxan û Mûsilê de û got, ku li ser daxwaza hemwelatiyên Kurd, Ereb û Xiristiyan rê hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst