Gerîlayên PKKê rêya Dêrsîm-Ezirganê ji hatûçûnê re girtin

Dêrsîm (Rûdaw) – Gerîlayên PKKê rêya Dêrsîm-Ezirganê girtin û 2 wesayît şewitandin.

 

Li gor zanyariyên ku gihêştine ber dest şeva berê endamên PKKê rêya bejahî bajarê Dêrsîmê bi qezayê Pilemoriye û bi bajarê Ezirganê ve girê dide, ji hatûçûnê re girtin.

 

Hat gotin gerîlayên PKKê li nêzîk devera Marçîkê ku derdora 15 kîlometir dûrî navenda bajarê Dêrsîmê ye 2 wesayît şewitandin.

 

Der heqê nasnameya kesên ku wesayîtên wan hatine şewitandin de heta niha agahî li ber dest tune.