Qamişlo (Rûdaw)- Bi sedan alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çalakiyek ji bo piştgirîkirina Esed li dar xistin.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku çalakiya alîgirên Esed saet 10ê sibehê bi amadebûna parêzgarê Hesekê û fermandarê hêzên polîsê parêzgeha Hesekê destpêkir û heta saet 4ê êvarê berdewam dike.
Di çalakiyê de ku li ber navenda kultûrê li nav çargoşeya ewlekariyê ya Qamişlo birêveçû, Erebên eşîrtetên Tey, el-Mislit, Begare û Bûmihyeş beşdar bûn û tê de siloganên ku piştgiriya Esed dikin hatin avêtin.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku di çalakiyê de çadir hatin vedan û li ser hisabê şêxê eşîreta Tey, Mihemed el-Faris ku wek fermandarê çekdarên alîgirên rejîmê li Qamişlo tê naskirin, xwarin ji xelkê re hat amadekirin.
Li derdora cihê çalakiyê, hêzên ewlekariya rejîmê bi awayekî berbiçav belav bûbûn û her kesê ku tevlî çalakiyê dibû dihat teftîşkirin.
Roja yekşemê ya borî jî alîgirên Esed xwepêşandanek li bajarê Qamişlo li heman navçeyê li dar xistibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse