Asayiş: Me tohmetbarê kuştina Serdeşt Osman bernedaye

14-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, tohmetbarê kuştina xwendekarê kurd Serdeşt Osman nehatiye berdan.

Rojnameya Awêne ya başûrê Kurdistanê îro (14.05.2013) îdia kir ku dadgeha Hewlêrê kesê ku bi tohmeta kuştina xwendekarê kurd Serdeşt Osman hatibû girtin, berdaye.

Di nûçeya Awêne de wiha hatiye gotin: “Dadgeha Hewlêrê ji ber nebûna belge û şahidên bûyer, kesê ku bi tohmeta kuştina Serdeşt Osman hatibû girtin, berda.”

Berpirsekî pilebilind ê asayişa Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, ew nûçe rast nîne û tohmetarê kuştina Serdeşt Osman nehatiye berdan.

Wî berpirsê asayişê wiha got: “Em jî bi rêka medyayê agahdar bûn ku dadgehê biryara berdana tohmetarê kuştina Serdeşt Osman daye lê heta niha bi fermî tiştek ji me re nehatiye gotin.”

Xwendekarê kurd Serdeşt Osman meha Gulana sala 2010 li ber kolêja edebiyat a zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê ji aliyê hinek kesên çekdar ve hat revandin û roja din termê wî li Mûsilê hat dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst