Fewzî Herîrî: Erdogan û Ehmed Şer spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

14-04-2025
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Ehmed Şer Recep Tayyîp Erdogan Mezlûm Ebdî HSD Emmanuel Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo hewlên wî yên aştiyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elysee li Parîsa paytexta Fransayê ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Fewzî Herîrî li ser hevdîtina Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Roleke girîng a siyasî ya Serokê Herêma Kurdistanê li herêmê heye

Serokê Dîwana Serokatiyê amaje bi vexwendina Serokkomarê Fransayê kir û got:

"Serok Macron Serokê Herêma Kurdistanê vexwand û ev serdana Parîsê li ser vexwendina Serok Macron e.

Ev serdan jî di demekê de ye ku hejmarek hevdîtinên din ên Serokê Herêma Kurdistanê li Antalyayê hebûn.

Ev jî nîşan dide ku Herêma Kurdistanê kariye roleke wî ya girîng a siyasî li herêmê heye.

Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê bûye cihê baweriya serokên herêmê û cîhanê ku pê re bîr û boçûnên xwe pê re par ve dikin û bîr û boçûnên wî werdigirin.

Ji ber vê civîn girîng e û Fransa jî giringiyê dide boçûnên (Serokê Herêma Kurdistanê)."

Fewzî Herîrî behsa hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê jî kir û got:

“Li herêmê pêvajoya aştiyê di navbera Kurd û dewleta Tirkiyeyê de heye.

Her wiha guherînên Sûriyeyê hene, projeyek di navbera gelê Rojavayê Kurdistanê û desthilata nû ya Sûriyeyê de heye, di wê çarçoveyê de roleke gelekî erênî ya Serokê Herêma Kurdistanê heye.

Roleke ber bi çav a Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê heye di gihandina boçûnên li Tirkiyeyê û li Sûriyeyê yên di navbera wan û (Aliyên Kurd de.)

Di wê dan û standina PKK û DEM Partiyê yên li gel Tirkiyeyê yên çi rasterast bin an narasterast bin, Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê xwedî roleke rasterastin di warê gihandina boçûnan de."

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di gotûbêjên navbera Rojavayê Kurdistanê û Ehmed Şer jî de roleke girîng a Nêçîrvan Barzanî hebû.

Nêçîrvan Barzanî navbeynkarî di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de kir

Herîrî behsa dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî ya di navnbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer jî kir û got:

“Di warê nêzîkkirina boçûnên HSD û General Mezlûm Ebdî û yên bi hikûmeta niha ya Sûriyeyê re roleke ber bi çav a Serokê Herêma Kurdistanê hebû.

Ev jî li Antalyayê li gel Serok Şer hat axaftin. Serokê Sûriyeyê spasiya erk û xebata Cenabê Kak Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wê destêwerdan a erênî ku di vî warî de kiriye."

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê behsa hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan jî kir û got:

"Cenabê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, di warê nêzîkkirina Kurdên Tirkiyeyê, DEM Partî û PKKyê de pesnê rola Cenabê Kak Nêçîrvan da.

Hinekî behsa gavên paşerojê jî hat kirin li ser asta çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj hatin kirin."

Li gorî gotina Fewzî Herîrî Ehmed Şer wê baweriyê dide ku ew Kurdan wekî welatiyên resen ên Sûriyeyê dibîne û mafên wan qebûl dike.

Ehmed Şer tekez dike ku ew bi  HSDyê re peymanê çêbikin bikin an nekin Kurd mafê wan heye jiyaneke wan a aram hebe.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Ehmed Şer dixwaze HSD, ENKS ya jî her aliyê din ê Kurd tevlî birêvebirina Sûriyeyê bibe.

Fewzî Herîrî di berdewamiyê jî de got, "Peyama Nêçîrvan Barzanî gihîşt Ehmed Şer ku Kurd divê wekî netewe û wekî hêzeke siyasî li Sûriyeyê xwedî rol be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst