ŞIRNEX - Geştyar kom bi kom diçin Newala Hespistê

14-04-2025
RÛDAW
Newala Hespistê / Wêne: AA
Newala Hespistê / Wêne: AA
Nîşan Newala Hespistê Hezex Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Newala Hespistê ya li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê deriyên xwe ji geştyaran re vekirine.

Newala Hespistê bi xwezaya xwe ya destnehingiftî yek ji cihên herî xweş ê geştyariya xwezayê ye li Bakurê Kurdistanê.

Di gelî de bi dehan şikeft, best, kendal û kanî hene.

Bi hatina biharê re geştyar kom bi kom berê xwe didin Newala Hespistê.

“Gelekî mêvanperwer in”

Geştyar Bîrol Ozdemîr qala mêvanperweriya Şirnexiyan kir û got:

“Em gelekî bextewar bûn, me ji mirov û xwezaya wê hez kir.

Gelekî mêvanperwer in. Me ji erdnîgarî, xweza û oksîjena wê gelekî hez kir.

Ez bi başî nizanim lê ez dibêjim qey em bi hevalan re zêdeyî 10 kîlometreyan meşiyan.”

Berpirsên bajêr jî hewl didin herêmên geştyariyê yên Şirnexê zêdetir bidin nasandin û sektora geştyariyê pêş bixin.

“Bi taybetî ji bo meşa xwezayê gelek geştyar tên”

Birêvebirê Dibistana Bilind a Geştyarî û Îdareya Otelan a Zanîngeha Şirnexê Sedat Çelîk wiha axivî:

“Me wekî zanîngehê rêgehên geştyariyê yên hemû parêzgehê amade kirine.

Di nav van de, bi taybetî di demên dawî de geştyariya çand û baweriyê û rêgeha Newala Hespistê û Çemê Dîcleyê ku li navçeya Hezexê ye heye.

Bi taybetî ji bo meşa xwezayê gelek geştyar tên.”

Newala Hespistê sal bi sal zêdetir tê naskirin û hejmara geştyarên ku diçin wir dibe.

Li gorî amarên fermî, sala 2024an 10 hezar geştyaran berê xwe daye Newala Hespistê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst