Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku divê Bexda xizmên qurbaniyên Komkujiya Enfalê û hemû kesên din ên ku rastî zilmê hatine ji aliyê madî û manewî ve qerebû bike.
Sala 1988an ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve zêdetirî 182 hezar zarok, jin û mêrên Kurd di Komkujiya Enfalê de hatin şehîdkirin.
Di ser Komkujiya Enfalê re 37 sal derbas bûn.
"Enfal tawankariyeke mezin bû ku li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin"
Mesrûr Barzanî bi minasebeta bibîranîna Komkujiya Enfalê peyamek belav kir û got:
"Di 37emîn salvegera êrişên bi navê xirab ên Enfalê de, bi rêzdarî em şehîd û qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi bîr tînin ku rejîma berê ya Îraqê, bi dehan hezar xelkê bêsûc ê Kurdistanê birin biyabanên başûr û navenda Îraqê û di gorên bi kom de bi saxî bin ax kirin û bêserûşûn kirin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiyê jî de got, "Komkujiya Enfalê, tawankariyeke mezin bû ku li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin û heta niha jî, bandor û encamên vê komkujiyê her mane.
Divê Hikûmeta Federal, bi erk û berpirsiyariya yasayî û destûrî û exlaqî ya xwe ve rabe xizm, malbat û hemû ziyanlêketiyên Komkujiya Enfalê û hemû kesên din ên ku rastî zilma rejima Beisê hatine ji aliyê madî û manewî ve qerebû bike."
Mesrûr Barzanî tekez kir ku dê hikûmet pabendî wî yekê be ku zêdetir xizmeta malbatên serbilind ên Enfalkirî û şehîdên Kurdistanê be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse