Çewlîg - Otomobîl û mînîbus li hev qelibîn: 15 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê mînîbûsek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 9 roj betlaneya fermî ya Cejna Remezanê hat ragihandin.

Piraniya welatiyan ji bo ku cejnê bi xizmên xwe yên li bajarên din re derbas bikin ketin ser rêyan û hinekan ji wan di rê de bi otomobîlên xwe qeza kirin.

Li ser rêya Çewlîg û Mûşê mînîbûsek û otomobîlek li hev qelibîn.

Di encama qezayê de de her du şofêr û 13 kesên di wesayîtan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Li gorî amarên ku Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê belav kirine, di 8 rojên betlaneya cejnê de 66 kesan canê xwe ji dest daye û 8 hezar û 352 kes jî birîndar bûne.