AMED - Geştyaran di cejnê de 20 ton cîger xwar: 'Em şekir nadin, cîgerê belav dikin'

14-04-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Cîger Kezeb
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê di betlaneya cejnê de bi sed hezaran geştyarên ku çûne bajêr, 20 ton kezeb xwar.

Li gorî zanyariyên Odeya Goştfiroşan a Amedê, 3 roj berî cejnê li Amedê herî kêm 9 hezar pez hatine serjêkirîn.

Herwiha kezeba wan pezan jî ji bo pêşwazîkirina geştyaran û xelkê bajêr li kezebfiroşên bajêr hatiye dabeşkirin.

“Em di cejnê de şekir nadin, kezebê belav dikin”

Kezebfiroşekî got, “Em di cejnê de şekir nadin, kezebê belav dikin”

Li bajêr zêdetirî 300 kargehên ku kezebê çêdikin û difiroşin hene, di çar rojên ewil ên betlaneya cejnê de li wan kezebfiroşan 20 ton kezeb hatiye firotin.

Ji hatina zêde ya geştyaran esnaf û dikandarên bajêr jî gelekî kêfxweş in.

“Em dixwazin her kes were Amedê”

Remezan Cengîzê ku kezebfiroşê Xalê Mihemed e wiha anî ziman, “Xalê Mihemed bavê min e.

Wekî Xalê Mihemed 3 şûbeyên me hene ku yek ya min û du jî yên birayên min in.

Me her yekî 1,5 ton kezeb firotiye heta niha. Hema 4-4,5 ton kezeb firotiye.

Mêvanên me gelek in, geştyarên biyanî û xwecîhî gelek in, me jî firot.

Em ji rewşê gelekî kêfxweş in em dixwazin her kes were Amedê bibîne."

Li Amedê zêdetirî 300 xwaringehên ku kezebê difiroşin hene.

Bi sed hezeran geştyarên ji 80 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û welatên din ku ji bo cejnê berê xwe da bajêr jî herî zêde kezeb tercîh kiriye.

Geştyar Nevriye Uluçayê got:

“Amed pir xweş e. Em li başurrojhilat geriyan. Em hatin serdana keça xwe.

Wê jî got ez dê li cihê kezebfiroşê herî xweş ê Amedê kezeb bi we bidim xwarin, em jî hatin.”

“Bi rastî jî paytext xweş e”

Karsaza Kurd Narîn Nadîrovayê jî hestên xwe wiha anîn ziman:

“Cejna hemû gelê me ji dil û can pîroz dikim.

Yanî rastî jî paytext pir xweş e. Cara yekemîn e keça min Viyan û neviya min Lorîn em bi hev re hatin.

Ez dixwazim nîşan bidim. Sibe jî belkî em herin Mêrdînê.”

Geştyar Mihemed Saglam diyar kir, “Em ji Qosera Mêrdînê hatin. Em hatin cîgerê bixwin. Min porsyonek û nîv xwar, ez têr bûm.”

Geştyar Demhat Kuzu da zanîn, “Xalo ez li Stenbolê rûdinim, hatim vir mêvaniyê.

Ji min re gotin were em herin cihê Xalê Mihemed.

Ez hatim cîgerê bixwim. Pir xweş e. Xwedê ji wan razî be."

“Amed gelekî bi pêş ketiye”

Geştyar Îsmaîl Aydin jî got, “Cara ewil e ez têm Amedê lê pir qerebalix e.

Ji hêla geştyariyê ve Amed gelekî bi pêş ketiye, gelekî jî kêfa me hat.”

Geştyar Gulhan Aydinê got, “Em ji Enqereyê hatin.

Niha em hatin kezebê bixwin. Înşalah em dê biecibînin. Nizanim.

Ez zêde ji kezebê hez nakim lê min got ez li cihê wî biceribînim.”

Kezeba Amedê ew cure xwarin e ku bi şêwaza çêkirin û serwîskirina xwe nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye û li ser navê Amedê hatiye tomarkirin.

Salane bi sed hezaran geştyar tenê ji bo tehmkirina vê xwarinê û hilmijandina bêhna dîroka bajêr rêya xwe bi Amedê dixin û ji gastronomiya dewlemend a bajêr rûpeleke nû li rojnivîska emrê xwe zêde dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst