Amed: Esnafên ku navên Kurdî hilbijêrin dê kêmtir bacê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku kargehên navên Kurdî hilbijêrin dê kêmtir bacê bidin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun bi medyaya Tirkiyeyê re axivîn û behsa xizmetên xwe yên ku dê 5 salan bikin kirin.

Hevseroka Şaredariyê Serra Bucakê amaje bi wê yekê da ku qeyûm bûye sedema gelek xirabûnan û ew dê hewl bidin careke din daxwaza xelkê Amedê bî cih bînin.

Hevseroka Şaredariyê Serra Bucakê anî ziman:

“Kargehên ku navên Kurdî hilbijêrin dê kêmtir bacê bidin.

Herwiha ji bo berhemên şanoya Kurdî jî em dê careke din konservatuarên bajêr ên Kurdî vekin.

Ji bo parastina zimanan jî em dê Rêveberiya Parastin û Pêşxistina Ziman damezrînin.”

Hevserokê Şaredariyê Dogan Hatun jî da zanîn ku 8 sal in li Amedê çalakiyên bi Kurdî nehatine kirin û daxwaza xelkê zêde ye ku festival bên kirin.