Çawişê pispor jinek tacîz kiribû: Biryar li ser wî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê çawîşê pispor ê ku jinek tacîz kiribû ji kar hat dûrxistin.

Çawîşê pispor ê bi navê Z.Ç. 12ê Nîsanê li taxa Dîcleyê ya Şirnexê dema serxweş bû, jinek tacîz kiribû.

Xelkê derdorê jî ji bo ku midaxeleyî tacîzê bike, li çawîşê pispor dabû.

Polîs û tîmên tenduristiyê yên ku çûbûn cihê bûyerê çawîşê pispor bir nexweşxaneyê.

Piştî tedawiyê Serdozgeriya Komarî ya Şirnexê lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de çawîşê pispor Z.Ç. hat desteserkirin û ji kar hat dûrxistin.

Herwiha di dema bûyerê de 4 kes jî hatibûn desteserkirin û karûbarê îfadeya wan kesan li rêveberiya ewlehiyê berdewam e.

Daxuyaniya Baroya Şirnexê

Li aliyê din Baroya Şirnexê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Baroya Şirnexê ragihand ku Z.Ç. ji kar hatiye dûrxistin û derbarê wî de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Baroya Şirnexê da zanîn ku lêpirsina 4 kesên desteserkirî jî berdewam e.

Baroyê tekez kir ku ew dê vê bûyerê bişopînin û bangî welatiyan jî kir ku "bi aqlê selîm" tevbigerin.