Mesrûr Barzanî: Bi hişmendiya Enfalê dixwazin mafên me înkar bikin

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Komkujiya Enfalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê de got, “Hîn jî kes û aliyên ku dixwazin mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê bi ramana şovenîstî û heman hişmendiya li pişt Enfalê înkar bikin hene.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dizane ku xizmeta malbatên qurbaniyên Enfalê bike û tekezî li ser wê yekê jî dike ku erkê exlaqî û destûrî yê Hikûmeta Federal e ku malbatên qurbaniyên Enfalê û hemû qurbaniyên rejîma Beasê qerebû bike.”

Komkujiya Enfalê ji 8 qonaxan pêk hat ku ji 22yê Sibata 1988an û heta 6ê Îlona 1988an berdewam kir.

Qonaxa sêyemîn a Enfalê ku 14ê Nîsana 1988an bû û ji ber ku li gorî qonaxên din herî zêde qurbanî û komkujî tê de hat kirin wekî roja Enfalê hat binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst