Şaredariya Mêrdînê: Qeyûm ekranên mezin ên şaredariyê dane parêzgariyê

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ragihand ku ji bo lîstika Amedsporê wan xwestiye li qada bajêr ekranên mezin dayînin lê qeyûm ew ekran dane parêzgariyê.

Amedspor û Kastamonuspor îro li parêzgeha Kastamonuyê tên pêşberî hev û şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine ragihandibû ku dê li nav bajêr ji bo temaşekirina xelkê ekran bên danîn.

Herwiha li ser daxwaza xelkê ya heman tiştî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyaniyek belav kir, ji ber ku qeyûm beriya hilbijartinên 31ê Adarê ekran dane parêzgariyê ew dê nikaribin vê xizmetê bi cih bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê anî ziman:

“Di Lîga 2yemîn de 4 hefteyên dawî ne û lîstika Amedspor û Kastamonusporê lîstikeke girîng e. Wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê me dixwest daxwaza we ya temaşekirina lîstikê li qada bajêr bînin cih.

Lê ligel ku ekranên mezin ên şaredariyê ne di dema qeyûm de beriya hilbijartinên 31ê Adarê ji bo parêzgariyê hatine dayîn.

Ji ber vê sedemê em nikarin daxwaza gelê xwe bînin cih lê ji bo vegerandina ekranan dê hewlên me berdewam bin.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ragihandibû ku ji bo lîstika îro ya Amedsporê dê li qada bajêr û Parkormanê ekranên mezin bên danîn û otobusên şaredariyê bê beramber dê welatiyan veguhêzin wan deran.