MÛŞ – Zaroka 7 salî di çem de xeniqî

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Asya Arat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beranikê ya Mûşê zaroka 7 salî şimitî nav çem û canê xwe ji dest da.

Li gundê Nûrkaxakê yê Beranikê, Asya Arata 7 salî bi xwîşk û birayên xwe re ji bo komkirina rêvasan çû çiyayên nêzîkî gund.

Di dema vegerê de Asya Arat li kêleka çemê nêzîkî gund şimitî û kete nav çem.

Asya Arat piştî ki bi qasî 500 metreyan bi avê re herikî ji aliyê gundiyan ve ji çem hat derxistin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Asya Arat destpêkê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Beranikê û ji wê derê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst