Rojavayê Kurdistanê: Amadehiyên hilbijartinên şaredariyan tên kirin

14-04-2024
RÛDAW
Komîsyona Hilbijartinan dixwaze rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinan bikin
Komîsyona Hilbijartinan dixwaze rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinan bikin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyona Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dest bi amadehiyên hilbijartinên şaredariyan kir.

Komîsyona Hilbijartinan dixwaze rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinan bikin.

Komisyona Hilbijartinan diyar kiriye ku 30ê Gulana 2024an hilbijartinên şaredariyan pêk werin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, niha li her 7 kantonên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mekanîzmaya pêkanîna hilbijartinan ketiye warê bicihanînê.

“Komîsyonên hilbijartinan li kantonan tên avakirin”

Hevseroka Komisyona Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser Rûken Mela Îbrahîmê li ser amadekariyên hilbijartinan ji Rûdawê re axivî û got:

"Komisyona Hilbijartinan dest bi avakirina komisyonên hilbijartinan ên kantonan kiriye.

Sazkirina ofîsên komisyonên hilbijartinan a li kantonan ji bo wergirtina daxwaznameyên berbijêrbûnê û îtirazan e.

 Komisyonên kantonan demkî ne,  tenê di dema hilbijartinan de tên avakirin.”

Rûken Mela Îbrahîmê,  ji aliyên siyasî yên xwedîruxset dixwaze ku beşdarî pêvajoya hilbijartinên şaredariyan bibin. 

Rûken Mela Îbrahîmê herwiha ji rêxistinên navneteweyî û xwecihî dixwaze ku çavdêriya pêvajoya hilbijartinan jî bikin.

Li gorî gotina Rûken Mela Îbrahîmê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 121 şaredarî hene û ew li ser 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye dabeş dibin.

Hilbijartinên 30ê Gulanê li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê yekem hilbijartinên şaredariyan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst