Li Rihayê baran û zîpik: 15 otomobîl asê man

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi carekê de barana gur dest pê kir û cade û kolan di bin avê de man.

Li navçeya Siwêregê jî 15 otomobîl asê man.

Li Rihayê û hinek navçeyên wê îro demjimêrên piştî nîvro barana gur û zîpik bariyan.

Ji ber baran û zîpika ku bi carekê de dest pê kir li navenda bajaran cade û kolan di bin avê de man û li gundan erdên çandiniyê zerer dît.

Li gundê Bilêriz ê navçeya Siwêregê yê nêzîk Bendava Ataturkê ji ber barana zêde rê têk çû û 15 otomobîl asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê û tîmên parastinê yê sivîl çûn cihê bûyerê.

Xebatên rizgarkirina otomobîlan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst