Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li bajarê Êlihê, bi merasîmekê şehîdkirina Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan û Komkujiya Enfalê bi bîr anîn.
Îro 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê ye û 99emîn salvegera şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg hevalên wan e.
Rêvebirîya ÊLİHÊ ya PWKyê îro, Komkujiya Enfalê û şehîdkirina Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg û hevalên wan bi bîr anîn.
Di bîranînê de rêveber, endam û kesên nêzîkî PWKyê cih girt.
Serokê Şaxa PWKyê ya Êlihê Azîz Ozdemîr bi xêr hatin da mêvanan û ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Enfalê rêz hat girtin û sirûda Ey Reqîb hat xwendin.
“Armanc ji 13 salî heta 70 salî kuştina hemû mêrên Kurd bû”
Azîz Ozdemîr daxuyaniya PWKyê ji bo Komkujiya Enfalê xwend û got:
“Sala 1986an Îraqa Sedam Huseyin li gel şerê bi Îranê re hêzeke mezin şand ser Başûrê Kurdistanê.
Armanc kuştina hemû mêrên Kurd ên ji 13 salî heta 70 salî bû.
Ji bo ev armanc pêk bê, hemû rê mubah bû wekî bombekirin, ji bin ve wêrankirina gund û bajaran, qetlîamên giştî, bikaranîna çekên kîmyawî û hwd.
‘Êrişan sê salan berdewam kir’
Ev êrişên hovane 3 salan berdewam kir lê êrişên herî mezin di sala 1988an de rû da, Helebce yek ji wan êrişan bû.
Ne tenê Kurd herwiha Asûrî û Tirkmenan jî ji van êrişan para xwe girt.
Di encamê de 182 hezar Kurdistanî hatin kuştin, ji 4 hezar û 665 gundên Başûrê Kurdistanê 4 hezarê wê bi erdê re kirin yek.
Bajarên wekî Qeladiza, Seydsadiq yek mala ku ava nema. 3 hezar mizgeft, 2 hezar dibistan, 300 nexweşxane û 27 dêr wêran kirin.
‘Milyonek Kurdistanî cih û warên xwe berdan’
Milyonek Kurdistanî cih û warên xwe berdan bi çol û çiyayan ketin.
Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanên wan ên kedî neman.
Dema leşkerên Sedam trîbuna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zeviyên xwe di binê avê de man.”
Ozdemîr di berdewamiyê de got:
"Îşaretên qirkirina Kurdan hîn di sala 1983yan de, dema bi girtin û kuştina hemû mêrên Barzaniyan ku bi dest xistibûn, diyar bûbûn.
Beasiyan avêtibû ser herêma Barzanê, ji 10ê heta 70 salî, 8 hezar mêrên Barzaniyan dîl girtibûn û ew biribûn çolên başûrê Îraqê û hemû bi saxî bin erd kiribûn.
Jinên wan li Musul û Hewlêrê mecbûrê îqametê kiribûn.
Yek ji qetlîama herî mezin ku tarîxa modern şahid bûye, Komkujîya Enfalê ye.
Ew sê salên di navbera 1986-1989an de, Sedam ew êrişên hov, di bin siya şerê bi Îranê re kir.
‘Hemû dinya bê deng ma’
Amerîka, Ewropa, dinya, Misilman, cîranên Kurdistanê hemû bê deng man, çavên xwe girtin û wan xwe ker kir.
Kêngî bi sedhezaran Kurd ji bo hewla canê xwe, li sînorên Tirkiyeyê asê bûn û ew dîmen bi rêya televizyona ketin malên Amerîkî û Ewropiyan, piştî vê dezgehên navneteweyî dengê xwe bilind kir.
Hîn jî ew sûretên bi sedhezaran Kurd di serma û seqemê de ku xwe li sînorên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê dabûn di hafizeyan de teze ne.
Lê belê, ne jenosîdên pêştir, ne ya Enfalê, ne jî yên vê paşiyê li dar ketine, nekariye rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigirin.
‘Zarokên Kurd ber bi serxwebûnê ve dimeşin’
Li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji Enfalê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de ala rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.
Mizgîniya herî mezin a ji bo şehîdên Enfalê, îlankirina serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye.
Em şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin û yên ku ev komkujî pêk anîne, bi tûndî rûreş dikin."
Piştî daxuyanîya PWKyê ji bo Hamdusena Demîrel jî seminerek derbarê qonaxên Enfalê da.
Hamdusena Demîrel di seminerê de Ji Enfala Kurdên Feylî dest pê kir.
Pişt re dîsa Azîz Ozdemîr daxuyaniya PWKyê ya derbarê şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg û hevalên wan xwend û ev jî metnê wê ye:
"Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg di meşa azadîya Kurdistanê de dijîn
Di dîroka Kurdistanê de ji serhildanên herî girîng yek jî ‘Serhildana Şêx Seîd’ e.
Wekî tê zanîn amadekariya vê serhildanê ji aliyê Rêxistina Azadîyê ve hatibû destpêkirin.
Teşkîlata Azadiyê sala 1921an hat damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Ziya Beg jî yek ji rêberên Rêxistina Azadiyê bû.
‘Tirkiye beriya serhildan dest pê bike pê hesiya’
Lê mixabin beriya ku amadehîya serhildanê temam bibe, Dewleta Tirkiyeyê pê hesiya û du rêveberên Teşkîlata Azadîyê girtin.
Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg, bi provakasyoneke dewleta Tirkiyeyê , serîhildan ji dema ku hatibû plankirin zûtir dest pê bû.
Rêberê netewî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatiya vê serîhildanê kir.
Serokê Teşkîlata Azadiyê Xalid Begê Cibrî û rêveberê Teşkîlata Azadiyê Yusuf Ziya Beg, 99 sal berê, roja 14ê Nîsana 1925an ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve li Bedlîsê hatin kuştin.
Xalid Begê Cibrî hat gulebarankirin, Yusuf Ziya Beg hat îdamkirin.
‘Rêberên Kurd ji ber serîhildaneke netewî hatin qetilkirin’
Her du rêberên gelê Kurdistanê, ji ber amadekariyên teşkîlata Azadiyê yên ji bo serîhildaneke netewî hatin qetilkirin.
Em wek PWKyê xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata Azadiyê, berdewamiya têkoşîna Xalid Beg û Yusuf Ziya Beg dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin.
Di 99emîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.”
Bîranîn bi belgefîlmeke Komkujiya Enfalê berdevam kir.
Bi helbesta Seydayê Gurdilî ku ji aliyê Şexmus Hamo hat xwendin bername bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse