Reîsî: Îsraîl hat cezakirin

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îbrahîm Reîsî Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got ji ber ku Îsraîlê êrişî Konsulxaneya Îranê ya Şamê kir ji aliyê artêşa welatî ve “hat cezakirin”.

Daxuyaniya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya derbarê êrişa Îranê ya li Îsraîlê li ser ajansa fermî ya Îranê IRNAyê hat weşandin.

Reîsî destnîşan kir ku operasyona li dijî Îsraîlê di çarçoveya "parastina meşrû" ya ji ber êrişa li ser Konsulxaneya Îranê ya Sûriyeyê hat kirin.

Serokkomarê Îranê diyar kir ku ew dê bersiva her hewleke li dijî welatê xwe bi tundî bidin.

Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Huseyîn Selamî jî ragihand ku eger Îsraîl berjewendiyên Îranê bike hedef, ew jî dê Îsraîlê ji xwe re bikin hedef.

Rageşiya navbera Îran û Îsraîlê

Îsraîlê di 1ê Nîsanê da êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya li Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 7 kes hatibûn kuştin û 2 ji wan general bûn.

Îranê ragihandibû ku êrişa Îsraîlê ya dijî konsulxaneyê tê wateya êrişa ser axa Îranê û ew dê bersiva Îsraîlê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bidin.

Duh Îranê bi sedan dronênn kamikaze û mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kir.

Îranê ragihand ku wan êrişî hin hedefên leşkerî kiriye.

Îsraîlê jî ragihand ku bi saya sîstema parastinê rê li ber gelek êrişên Îranê hatiye girtin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ya li başûrê wî welatî ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst