Li Mereşê pevçûn: Kuştiyek û birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onîkîşubatê ya Mereşê li hewşa dibistanekê di pevçûneke çekdarî de kesek hat kuştin.

Li navçeya Onîkîşubatê ya Mereşê li hewşa dibistanekê kesên bi navê Ozkan Ozal, Mehmet Y. û Cengîz K. ji ber sedemeke nediyar pev çûn.

Di pevçûnê de Cengîz K. bi demançeyê gule li Mehmet Y. û Ozkan Ozal reşandin.

Di encamê de kesê bi navê Ozkan Ozal li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û Mehmet Y. jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Mehmet Y. bir nexweşxaneyê.

Polîs ji bo girtina Cengiz K.yê reviyayî xebat da destpêkirin.