Termên du welatiyên Şêladizê piştî 11 rojan hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Termên du welatiyên xelkê nahyeya Şêladizê ya li parêzgeha Duhokê piştî 11 rojan di nav şikeftekê de li Çiyayê Şîrîn hatin dîtin.

Li parêzgeha Duhokê, du welatiyên xelkê nahyeya Şêladizê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve ew 11 roj bûn winda bûbûn, lê îro termên wan hatin dîtin.

Ew her du welatî roja 3ê Nîsana 2023an li nahyeya Şêladizê ji bo komkirina giyayên biharê diçin Çiyayê Dawûdkê ku dikeve sînorê devera Barzan.

 Navê yekî ji wan Ehmed Hesen e ku 35 salî û xelkê gundê Sîte ye, yê din jî navê wî Arif Omer e ku 40 salî û xelkê gundê Şaca ye.

Her du gund ser bi nahyeya Şêladizê ve ne.

Muxtarê gundê Şaca û xizmê yek ji wan welatiyan, Eyûb Hacî ji Rûdawê re axivî û got: “Sibeha îro termên her du welatiyan li Çiyayê Şîrîn hatine dîtin, her du jî di encama bombebarana Tirkiyê de hatine kuştin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, demjimêr 05:00ê sibeha îro ji bo dîtina wan her du welatiyan dest bi lêgerînê hat kirin, û herî dawî demjimêr di 09:00 sibehê de li Çiyayê Şîrîn hatin dîtin.

Muxtarê gundê Şaca, Eyûb Hecî dibêje, di encama bombebarana Tirkiyê de hatine kuştin.

Rêvebirê nahyeya Şêladizê, Rizgar Ubêyd ji Rûdawê re piştrast kir ku termên her du kesan jî hatine dîtin.

Rizgar Ubeyd got: “Îro termên wan hatin dîtin. 15 kes ji bo anîna terman çûne.” Rêvebirê nahyeya Şêladizê herwiha diyar kir, bi gotina malbatên wan, “firokeyên Tirkiyê ew bombebaran kirine.”

Di çar salên bihorî de bi sedema şerê navbera PKKê û Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê, tenê li sînorê parêzgeha Duhokê 36 kesan jiyana xwe ji dest dane ku beşek ji wan xelkê Şêladizê û Dêrelûkê bûn.